Fransa dê alîkariya xwe bo hêzên Kurdî zêdetir bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fransayê ragihand ku, ew dê piştgiriya zêdetir bidin wan hêzên Kurdî û Erebî yên li dijî DAIŞê şer dikin.
Serokê Fransayê François Holand îro di ahenga salane ya dîplomasiya Fransayê de li koşka Êlîziyêh got: “Rojane DAIŞ ziyanan dibîne, stratejiya me ya leşkerî jî ew e ku her du bajaran Reqa û Mûsilê rizgar bikin. Em dixwazin jî alîkariyeke zêde bo hêzên Kurdî û Erebî pêşkêş bikin.”
Holand diyar kir ku “Fransa ne dijminê ti milet, ol û çandekê ye, lê ji Fransa re dijminekî tenê heye, ew jî, cîhadiyên ku bi navê xwedê terorê dikin e.”
Herwiha duh, wezîrên bergîriyê yên 7 welatên ku herî zêde beşdariyê di Hevpeymaniya Navdewletî de dikin li Parîsê bi armanca zêdekirina êrîşan li dijî DAIŞê civiya bûn.