Otomobîla polîsan ket ber êrîşê; 9 polîs birîndar bûn

Li gor agahiyan, 9 polîs 10 kes birîndar bûn.

K24 – Mêrdîn

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dema otomobîla polîsan di ser rêya Hevrîşim re derbas dibû ket ber êrîşê û di encam de 9 jê polis 10 kes birîndar bûn.

Vê êvarê li Nisêbînê saet 18.00an nêzîkê rawestgeha Dogu ya ser rêya Hevrîşimê dema otomobîla serwîsê ya polîsan derbas dibû ket ber êrîşeke çekdarî.

Di êrîşê de 9 polîs û sivîlek birîndar bûn. Birîndar, ji cihê bûyerê bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê beşa lezgîn hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku dema otomobil ketiye ber êrîşê polîsan bersiva êrîşkeran daye û demeke kurt şer derketiye. Li gor rayedar û medya Tirk, kesên ku êrîş kirine gerîlayên PKKê bûne lê heta niha PKKê div ê derbarê de ti daxwiyanî nedane.

Ji aliyekî din ve hat diyarkirin ku ji ber şer û pevçûnê polîsên trafîkê rêya Hevrîşimê girtin. Piştî êrîşê otomobîla polîsan bo parke hat veguhestin û ji bo girtina kesên êrîş kirine operasyon hat dest pê kirin.

Demek dibe li çend bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlekariya Tirkiyê de berdewam in û heta niha ji herdu aliyan û sivîlan bi sedan kes bûne qurbanî û bi hezaran kes jî koçber bûne.