Barzanî: Serxwebûna Kurdistanê ji hemû demê nêzîktir e

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku rêkeftina Sykes-Picot bi dawî bûye û pêdiviya Rojhilata Navîn bi rêkeftineke nû heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand ku serxwebûna Kurdistanê ji hemû demê nêzîktir e.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Guardian a Ingilîzî, diyar kir ku rêkeftina Sykes-Picot bi dawî bûye û pêdiviya Rojhilata Navîn bi rêkeftineke nû heye.

Barzanî da zanîn ku civaka navdewletî niha ew yek fam kiriye ku êdî Iraq û Sûriye qet wek welatekî yekgirtî namînin û "bihevre jiyana neçarî" ne ezmûneke serkeftî bûye.

Barzanî wiha dibêje: "Cîhan gehiştiye wê rastiyê, lê belê wek dizanê, tu helwêsta diplomat û mihafezekaran nabe heta saniyeya dawî û hinek caran jî ligel guhertinan naçin."

Barzanî eşkere kir ku niha nerîna welatên navçeyê jî derbarê dewleta Kurdî de hatiye guhertin û pêşwazîkirina du meh berî niha ya Tirkiyê jî wek mînak pêşan da ku berê bêjeya Kurdistan li wî welatî qedexe bû, lê ew li koşka komarê û li nav dilê Tirkiyê bi Ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin.