Erdogan: YPG li rojhilatê Firatê bicih nebûye

Serokatiya Tirkiyê red dike ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li rojavayê çemê Firatê bicih bûbe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Tirkiyê red dike ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li rojavayê çemê Firatê bicih bûbe. 

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan, îro li Stanbolê di konferansekî Rojnamevanî de ragihand ku, YPGê rojavayê çemê Firatê derbas nekiriye.  

Erdogan tekez kir, ku YPGê li rojhilatê çemê Feratê bicih nebûye û ew qet nahêlin ku ew hêz li wê derê bicih bibe û heger YPGê derbas kiribe jî, dê Tirkiyê bêdeng nemîne.

di 26 meha borî de, Bendeva Tişrînê ya ku dikeve ser çemê Firatê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve, ku YPG beşeke serekî ye di wê hêzê de, hat kontrolkrin.  

HSD jî ragehandibû ku ew derbasî rojavayê çemê Firatê bûye û gelek gund jî li wê deverê kontrol kirine.