Li Diyarbekirê 13 kes hatin girtin

Li Diyarbekirê 13 kesên ku li navçeya Yenîşehîrê "Rêveberiya Xweser" ragihandibûn ji aliyê Serdozgeriya Komarî ve hatin girtin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê 13 kesên ku li navçeya Yenîşehîrê "Rêveberiya Xweser" ragihandibûn ji aliyê Serdozgeriya Komarî ve hatin girtin.

Meclisa Gel a Demokratîk ya Yenîşehîrê di 17ê vê mehê de li Meydana Jînê ya Sumerparqê bi daxuyaniyeke çapemeniyê “Rêveberiya Xweser" ragehandibû. 

Berdevkê Meclisa Gel, Hîkmet Aralan wê rojê gotibû ku; "Ti kesên ku ji aliyê dewletê ve hatine tayînkirin nikarin me birêve bibin. Ji niha û pê de em ê xwe bi rêve bibin." 

Piştî van gotinan lêpirsînek hat vekirin.Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê Ramazan Solmaz ragihand ku wan di çarçoveya lêpirsîna li ser ragehandina Rêveberiya Xweser de, derbarê 22 kesan de lêpirsîn dest pê kiriye û 13 kes desteser kirine.  

Solmaz got, xebatên ji bo desteserkirina 9 gumanbarên din jî didome.