Herêma Kurdistanê dê sala 2020an xaza xwezayî bifroşe

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar dike ku, beriya sala 2018an ew boriya veguhestina xazê çênakin.

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku, ew dê di sala 2020an de xaza xwezayî bifroşe.

Encûmena Karûbarê Petrol û Xazê di daxuyaniyeke nivîskî de îro ragihand ku, beriya sala 2018an “pêwîst nake” ew boriya veguhestina xaza xwezayî çêbikin.

Yek ji malperên Başûrê Kurdistanê belav kiribû ku, dê Herêma Kurdistanê di meha bê de, xaza xwezayî bi rêya Tirkiyeyê bifroşe û gelek pere jî di vê projeyê de hatine xerçkirin.

Encûmena Karûbarê Petrol û Xazê red kir ku tiştekî wiha di rojevê de hebê û wiha diyar kir “di plana Hikmûeta Herêma Kurdistanê de ye ku sala 2019-2020 xazê bişîne, lewma pêwîst nake beriya sala 2018an dest bi danîna boriyê bikin.”