"Proje-yasaya AKPê rê li ber bêkariya jinan vedike"

AKPê, yasayeke nû pêşniyar kir û ew pakêt niha li Parlamentoya Tirkiyê ye. Di vê yasaya ku ji bo jinan, karkeran û karmendan tê amadekirin de gelek kiryarên nû hene.

K24 - Enqere

AKPê, yasayeke nû pêşniyar kir û ew pakêt niha li Parlamentoya Tirkiyê ye. Di vê yasaya ku ji bo jinan, karkeran û karmendan tê amadekirin de gelek kiryarên nû hene. Herwiha ji bilî sîgorta û sendîkayê ev yasa dê kirinên wekî xebata nesînorkirî û karkerên dawazkirî saz bike.

AKP ji bo karsazan yasayên nû dariştin û anîn rojeva parlamentoyê. Li gorî hikûmetê ew kiryara nû ji bo zêdebûna bicihbûn, di nav kar de başdariya zêdebûna jinan û zêdebûna saetên xebata nesînordar hat saz kirin.

Lê belê vê kiryarê rê li ber gelek niqaşên mezin vekir. Rojnamevanê Rojnameya Mîlliyetê Gokçer Tahinciogu da zanîn ku bi vê kiryarê herî zêde rewşa jinan dikeve metirsiyê: "Ev yasa wê bike ku jin zêdetir xwe li malê asê bikin û wê rê li ber bêkariya jinan veke. Ji ber ku jin wê zaroka bînin û nikaribin li gorî dil û daxwaza karsazan bixebitin. Karsaz jî hingî wê zêdetir tercîha ji jinên ku ji serê sibehê hetta êvarî dixebite bike. Ev yek jî mixabin wê rê li ber kembûna jinên karmend û karker veke."

Parêzerê Baroya Cizîrê Alî Bayram diyar kir ku li herêma Rojhilata Navîn, ji ber ku şer û pevçûn zêde dibin, tevgerîna nûfusê û koçberî pêk tê, loma hikûmet pêdiviyê bi vê yasayê dibîne ku bergiriyan hilîne. Sedema vê yekê jî ew e ku piştî vê koçberiyê di warên kar û xebatê de valahiyeke mezin derdikeve.

Alî Bayram wiha axifî: “Kar kêm bûye, pere peydakirin û jiyan, aborî peyda kirin, gelek zehmet bûye. Ji ber vê jî her kes dixwaze zûbizû lêzginî karekî jixwe re bibîne û debara xwe û malbata xwe bike. Ji ber vê yekê jî wan dezavantajên ji yasaya kar li ber çavê xwe nagirin. Loma ew kes hem bê sîgorta hem jî bê sendîka dikarin bixebitin.”           

Hem karkeran û hem jî sendîkayan diyar kir ku, ew wan kiryaran qabûl nakin. Ji ber ku pêşeroja wan dixe metirsiyeke zêde û hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê derûniya  wan ve tiştekî ne baş e.

Parêzerê Baroya Cizîrê Alî Bayram