Almanya : Divê Kurd beşdarî Cenêv3 bibin

Biryar bû di 25ê vê mehê de Kongreya Cenêv3 li ser kirîza Sûriyê hatiba sazkirin lê ji ber amadenebûna aliyên siyasî bo 28ê vê mehê hat paşxistin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand ku pêwîste Kurd beşdarî Kongreya Cenêv3 ya di navbera rejîma Sûriyê û opozçsyona wî welatî bibin.

Derbarê daxwaza Almanya bo beşdarbûna Kurdan di proseya aştiyê ya Sûriyê de Berdevkê Wezareta Almanya Martin Shafe tekez kir ku welatê wî daxwaza beşdarbûna Kurdan di Kongreya Cenêv3 dike û pêwîst dibîne.

Martin Shafe got: "Belê Kurd hene û mafê beşdarbûna wan di nivîsandina reşnivîsa destûra paşeroja Sûriya nû de mafekê resen e, danûstandin biser nakevin, em jî di dîtina çareseriyeke siyasî de biser nakevin, lewma pêwîste hemû alî li ser maseya gotûbêjan bicivin."

Derbarê heman babetê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim diyar kir ku Ceyş El-Islam ku bo Kongreya Cenêv3 hatiye vexwendin, ji grûpên radîkal wek Cebhet El-Nûsra û DAIŞê ne cuda ye û ew jî li ser heman fikir û  ideolojiyê ye.

Biryar bû di 25ê vê mehê de Kongreya Cenêv3 li ser kirîza Sûriyê hatiba sazkirin lê ji ber amadenebûna aliyên siyasî bo 28ê vê mehê hat paşxistin.