Leşkerên Tirkiyê derbasî Cerablusê dibin

Leşkerên Tirkiyê derbasî bajarokê Cerablusê ya li bakurê rojhilatê Helebê bûn.

K24 – Kobanê

Leşkerên Tirkiyê derbasî bajarokê Cerablusê ya li bakurê Helebê bûn.

Peyamnêrê K24ê li Kobanê ragehand ku, şeva borî hejmarek ji leşkerên Tirkiyê bi tev otombêlên xwe sînor derbas kirin p berê xwe dan bajarokê Cerablusê.

Herwiha li gor peymnêrê me, ku ew otombîlên Tirkiyê li nêzîkî ferneya nan û navenda çandiniyê ya bajêr demekê man, piştre jî ew otombêl vegerîn bo navenda leşkerî Qirqamîşê ya Artêşa Tirkiyê.

Bajarê Cerablusê li bakurê rojhelatê Helebê ve ye. Herwiha dikeve rojavayê bajarê Kobanê. Bajarokê Cerablusê jî di destê çekdarê DAIŞê de ye.