Zarokekî Dihokê bi pêyên xwe dinivîsîne

Zarokekî bajarê Dihokê bê dest jidayîkbûye, lê kêmendambûn ligel wî nebûye asteng ku biçe dibistanê û bixwîne û binivîse.
kurdistan24.net

K24 – Dihok 

Zarokekî bajarê Dihokê bê dest jidayîkbûye, lê kêmendambûn ligel wî nebûye asteng ku biçe dibistanê û bixwîne û binivîse.

Şukrî Sadî Ehmed, zarokekî bajarê Dihokê ye, li dibistanê mîna hemû xwendekaran, di pola pêncem de dixwîne û bi pêyên xwe pênûsê hildigire û dinivîsîne. Ligel dijwariya rewşa Şukrî, lê mamosteyên wî dibêjin ku, ew ji jîrtirîn xwendekarên pola xwe ye.

Rast e ew li piraniya deman pişt bi xwe dibeste, lê pêwîstiya wî bi hevkariya kesên din jî heye. Herwiha ji ber krîza darayî ya Herêma Kurdistanê, malbata Şukrî xwe veguhêstiye bo avahiyeke ne temamkirî lê nêzîkî dibistana ku Şukrî lê dixwîne.

Dibe ku îro malbata Şukrî mîna gelek malbatên din yên Herêma Kurdistanê bê pere be, lê ew kesên mîna Şukrî, xwedî bawerî û hêvîne mezin in. 

Şukrî ji bo kesên desthilatdar û dewlemend peyamek e, ku rewşa her çi kesî ew be, herdem dikarin binivîsînin Kurdistan.