Infografî.. Rûsya firokxaneyên Sûriyê bikar tîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji dawiya sala 2015an ve, Rûsyayê hemû hewlên xwe dide ku, çend firokxaneyên sereke û mezin li Sûriyê ji berjewndiyên xwe re bikar bîne.
Herwiha Rûsya di vê hewlê de biser ket û karîbû çend firokxaneyan kontrol bike û êrîşên esmanî ji wan firokxaneyan li dijî DAIŞê bike. Herwiha gelek alavên leşkerî tê de bicih bike.
Ji wan firokxaneyên ku Rûsyayê kariye li Sûriyê kontrol bike, ev in:
Firokxaneya Himêmîm: li Parêzgeha Laziqiyê ye, Rûsyayê hejmarek ji firokeyên Kondor û tangên T90 û ligel 7 firokeyên mezin yên barhilgir lê bicih kirine.
Firokxaneya Şiîrat: firokxaneyeke leşkerî li Parêzgeha Humsê ye, berê di destê Îranê de bû, niha jî Rûsya jib o firokeyên xwe dest bi ferehkirina wê kiriye. Ku 2 cihên firînê yên sereke bi dirêjehiya 3 k.m lê hene.
Firokxaneya Teyas: Herwiha bi navê T4 tê naskirin, bi 85 k.m li başûrê Humsê dike, herwiha ji mezintirîn firokxaneyên leşkerî yê Sûriyê ye.
Firokxaneya Qamişlo: Firokxaneyeke sivîlan e, li gor hin çavkaniyan ku Rûsya hejmarek ji leşker û endezyaran şandine wê firokxaneyê û dixwaze bike firokxaneyeke leşkerî.
Firokxaneya Rimêlanê: Dikeve başûrê rojhilatê bajarokê Rimêlanê, firokxaneyeke bo karê çandiyê ye, li gor hinçavkaniyan ku di hefteya borî de ji aliyê firokeyên Amerîkayê yên Helîkopter ve hatibû bikaranîn.