Li Cizîra Bota efserekî Artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest da

Li Cizîra Bota, di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên YPS'ê de şer qewimî û di encam de efserek û kesek sivîl canê xwe ji dest dan û 9 sivîl jî birîndar bûn.

K24 – Diyarbekir

Li Cizîra Bota, di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên YPS'ê de şer qewimî û di encam de efserek û kesek sivîl canê xwe ji dest dan û 9 sivîl jî birîndar bûn.

Li navçeya Cizîrê, ragehandina qedexeya derketina derve gihîşt roja 42 yan. Şer û pevçûn jî bênavber berdewam dikin.

Peyamnêrê K24ê ragehand ku, li taxa Daxkapî di navbera hêzên ewlehiyê û endamên Yekîneya Parastina Sivîl (YPS ) de şer qewimî û di encamê de efserekî Artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest da.

Hate ragehandin ku, 10 kesên sivîl jî di nav pevçûnan de birîndar bûn û 1 ji wan canê xwe ji dest da. Ji ber pevçûnan sivîlên birîndar bo nexweşxaneyê nayên rakirin.