YPGê derbasûna motoran bo Girê Spî qedexe kir

Ji aliyê xwe ve welatiyên Bajarokê Girê Spî tekez kirin ku, hemû bazgehên bajêr hatine agahdarkirin daku rê li pêşiya motoran bigrin. Bajarokê Girê Spî ser bi parêzgeha Reqayê ye û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin

K24 - Girê Spî

Yekîneyên Parstina Gel (YPG) li bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê derbasbûna motoran bo nav bajêr qedexe kir.

Derbarê qedexekirina derbasbûna motoran de bo nav bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistranê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve, peyamnêrê K24ê li wê deverê got: "Biryara qedexekirina derbasbûna motoran di demekê de ye ku DAIŞê ragihandibû, wan çend motorên bombekirî li gundê Eyn Îsa bi armanca teqandinê li wî bajarokî amade kirine."

Ji aliyê xwe ve welatiyên Bajarokê Girê Spî tekez kirin ku, hemû bazgehên bajêr hatine agahdarkirin daku rê li pêşiya motoran bigrin. Bajarokê Girê Spî ser bi parêzgeha Reqayê ye û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin.