Artêşa Tirkiyê xortekî Efrînê gulebaran kir

Xortekî Efrînê li sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat gulebarankirin.

K24 – Efrîn 

Xortekî Efrînê li sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat gulebarankirin.

Li gor peyamnêrê K24ê li Efrînê ragihandiye, xortê bi navê Elî Xelîçko yê gundê Sorkê yê navçeya Raco bi guleya leşkerên Tirk li sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi giranî birîndar bû, piştre jî li nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê canê xwe ji dest da.

Li gor ku pizîşkan ji peymanêrê K24ê re ragihandine, gule li zikê Elî Xelîçko (20 salî) ketibû.

Herwiha îro li gundê Mile Xelîla ya navçeya Cindirêsê, leşkerên Tirk gule bi ser kesekî din bi navê Kanîwar Gulîn berdan û birîndar bû.

Ji ber dubarkirina haletên gulebandina li ser welatiyên Efrînê, Desteya Naxwe ya Kantona Efrînê berî çend rojan biryarek derxist ku tê de hat “Nabe ti kes ji welatiyên Efrînê sînorê Tirkiyê bibire.”