Demirtaş: HDP ne tenê ya Kurdan e

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê duwemîn kongreya xwe ya asayî lidar xist û di kongreyê de Hevserokê HDPê got: “Partiya me ne tenê ya Kurdan e, lê partiya me ya hemû Tirkiyê ye.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê duwemîn kongreya xwe ya asayî lidar xist û di kongreyê de Hevserokê HDPê got: “Partiya me ne tenê ya Kurdan e, lê partiya me ya hemû Tirkiyê ye.”

Duwemîn kongreya HDPê li Enqerê li hola werzîşê ya Ahmet Taner Kişlali birêve çû, Selahattîn Demirtaş di Kongreya de got: “Partiya me ne tenê ya Kurdan e, lê partiya me ya hemû Tirkiyê ye. Herwiha Demirtaş derbarê birêvebirina hikûmraniyê li Tirkiyê got: “Pêwîst e xelk xwe bi xwe birêve bibe.”

Hezar û 49 nûner û herwiha gelek alîgirên HDPê jî di kongreyê de amade bûn.

Di kongreyê de berpirs û nûnerên rêxistin û saziyan ji nû ve hatine destnîşankirin. Hevserokên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag bi piraniya dengan carek din weke hevserokên partiyê hatin hilbijartin.