Baydemîr: “Em dixwazin aştiyê wek mîras ji zarokên xwe re bihêlin”

Parlementerê HDPê Osman Baydemîr radigehîne ku, HDP bi riyên aştiyê dixwaze mafên xwe werbigire.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê HDPê Osman Baydemîr radigehîne ku, HDP bi riyên aştiyê dixwaze mafên xwe werbigire.

Duwemîn kongreya HDPê li Enqerê li hola werzîşê ya Ahmet Taner Kişlali birêve çû, Parlementerê HDPê Osman Baydemîr ji K 24ê re axivî û got: “Niha ji nû ve sînor tên danîn û nasname û çand xwe ji nû ve cihên xwe digirin.”

Herwiha Baydemîr got jî, “Sedsala 21emîn ji Kurd bû sedsala tunekirin, komkujî û qirkirinê, wê carek din jî sedsalekî din berdewam bibe, loma di vê astê de Kurd dixwazin aştiyê wek mîras ji zarokên xwe re bihêlin.”

Baydemîr berdewam kir jî: “Armanca HDPê jî di vê demê de ew e ku, em vê şerê faşîzmê yê ku niha li ser gelê Kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn tê meşandin, ku vî şerî bi şûn ve bixin, bo hemû gelê blindest bigehin mafên xwe.”