Erdogan: Di şerê terorê de em bi tenê hatin hiştin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje, welatên ku dost dibînin, di têkoşîna dijî terorê de ew tenê hîştine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje, welatên ku dost dibînin, di têkoşîna dijî terorê de ew tenê hîştine, lê ligel hemû astengan Tirkiye dê vê siyaseta xwe berdewam bike.

Erdogan beşdarî civata giştî ya Odeya Bazirganî ya Kayserî bû. Erdogan, rexneyên xwe yên derbarê akademîsyenên ku danezana aştiyê îmzekiribûn dubare kirin û îdîa kir ku ew bi zimanê terorê diaxifin û îradeya xwe jî radestî wan kirine.

Erdogan diyar kir ku hinek welatên ku ew wek dost û hevpeyman dibînin di têkoşîna dijî terorê de ew tenê hîştine û da zanîn ku eger helwêsta neguherînin, dê teror rojek li wan jî bide.

Erdogan tekez kir ku pirsa terorê pirsa man û nemana mîlet û dewletê ye û ji ber vê ewê guhdariya gotinên tu kesê nekin. Erdogan da xuyakirin ku çi rast dibînin dê berdewam bikin û ji dayîna berdêlê jî natirsin.

Beriya du rojan Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden serdana Tirkiyê kiribû. Biden bi nûnerên partî û kesên opozisyonê re rûniştibû û bo azadiya ramanê piştgirî dabû akademîsyenan.