Alîkarîkirina Pêşmergeyan di rojeva Amerîkayê de ye

Wek tê zanîn di şerê li dijî DAIŞê de Amerîka piştevaniya Artêşa Iraqê dike, herwiha alîkariya Pêşmergeyên Kurdistanê jî dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê Artêşa Amerîkayê derbarê şandina hêzeke taybet bo alîkariya Pêşmergeyên Kurdistanê, dê pêşniyarekê pêşkêşî serokê wî welatî Barack Obama bike.

Derbarê wê pêşniyarê de biryar e îro Fermandarê Giştî yê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford dê li Parîsê ligel Fermandeyê Artêşa Fransayê Pierre de Villiers bi armanca zêdekirina êrîşên bo ser DAIŞê bicive.

Li gor çavdêrên siyasî şandina hêzeke taybet bo alîkariya Pêşmergeyan, dê yek ji mijarên wê civînê be. Ji aliyê xwe ve Dunford da zanîn ku biryare  di vê hefteyê de ew pêşniyar bo Serokê Amerîkayê Barack Obama were pêşkêş kirin.

Wek tê zanîn di şerê li dijî DAIŞê de Amerîka piştevaniya Artêşa Iraqê dike, herwiha alîkariya Pêşmergeyên Kurdistanê jî dike.