Parlementerên Kurd dê ligel Banka Navendî ya Iraqê bicivin

Bêhtir ji 59 milyar dolarên yedek li Banka Navendî ya Iraqê hene.
kurdistan24.net

K24- Dihok

Tê pêşbînîkirin ku heftiya bê, parlementerên Kurd ligel Banka Navendî ya Iraqê bicivin.

Endama Komîteya Aborî û Weberhênanê li Parlementoya Iraqê, Necîbe Necîb ji K24 re got: “Min pêşniyar kiriye ku, frakesyonên Kurdistanî yên li Bexdayê, heftiya bê ligel Banka Navendî ya Iraqê bicivin.”

Ji ber çend sedeman, niha Herêma Kurdistanê di krîzek aborî re derbas dibe.

Necîbe Necîb ragihand ku, ew dê di wê civînê de daxwaz ji Banka Navendî bikin ku, bi heman awayî pê alîkariya Bexdayê dike, divê di vê krîza aborî de alîkariya Hewlêrê jî bike.

Li gor amarên Necîbe Necîb, bêhtir ji 59 milyar dolarên yedek li Banka Navendî ya Iraqê hene.