Qamişlo: Termê 3 qurbaniyên teqînê bi axê hat spartin

Di teqîna duh de, 3 kesan canê xwe ji dest dabûn û 11 kes birîndar bibiûn.

K24- Qamişlo

Termê 3 kesên ku di teqîna taxa Wiste ya Qamişloyê canê xwe ji dest dabûn, bi axê hat spartin.

Duh, Yekşemê, teqînek li nêzîk xwaringeha Bab el-Hara ya taxa Wiste li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê çêbibiû, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dabû.

Her 3 kesên canê xwe ji dest dane ji pêkhateya Xirîstiyan bûn, lewma îro nêzîk hezar kesî, li Dêra Ezraa kom bûn û piştire ew her 3 term li goristana Kildanî ya Qamişloyê bi axê hatin spartin.

Di merasîma veşartina her 3 terman de, kesayetiyên fermî û leşkerî yên ser bi rejîma Sûriyê ve jî amade bûn.

Her 11 birîndarên teqîna duh jî li nexweşxaneyên Qamişloyê tên dermankirin.

Di 30yê Kanûna borî de jî, 2 teqînên bihêz li heman taxê çêbibû, di encamê de 45 kes birîndar bibûn û 16 kesan jî canê xwe ji dest dabûn. Wê demê DAIŞê berpirsaiya her du teqînan girtibû stûyê xwe.

Lê Asayişa Giştî ya Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de îro ragihadiye ku, mîlîşyeya Bergiriya Niştimanî ya ser rejîma Sûriyê ve, li pişt her 3 teqînan e.