Nobeta Jiyana Bêdend a 5 rojî dest pê kir

Komeleya Mafên Mirovan ji bo ku balê bikşîne ser şerê li Bakurê Kurdistanê li Stenbolê bi navê "Nobeta Jiyana Bêdend" dest bi çalakiyê kir.

K24 - Stenbol

Komeleya Mafên Mirovan ji bo ku balê bikşîne ser şerê li Bakurê Kurdistanê li Stenbolê bi navê "Nobeta Jiyana Bêdend" dest bi çalakiyê kir.

Endamên komeleyê dê heta 5 rojan her şev ji bo bidawîbûna şer û pevçûnan dê çalakiya xwe bidomînin.

Endamên komeleyê bi amanca şermezerkirina qedexeyên derketina derve û operasyonên leşkerî li qada Galatasarayê civiyan. Her şev seranserê 5 rojan dê bi vî awayî bicivin da u dengê xwe bidin bihîstin.

Nivîsên wek "gerîlla nemirin, leşker nemirin, zarok nemirin" li ser pankartan hatibû nivisîn. Her wiha komeleyê bang li hemû kesan kir da ku beşdarî çalakiya "nobeta jiyana bêdend" bibin. Di 8 mehên şerê li Bakurê Kurdistanê de jin û zarok jî tê de ji zêdeyî hezar kesan canê xwe ji dest dane.