Davutoglu: Em ne dijî beşdarbûna Kurdan, lê dijî PYDê ne

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, ragihand ku ew ne dijî beşdarbûna Kurdên Suriyê lê ew li dijî beşdarbûna PYDê ne di Kongreya Cenêv3 de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, ragihand ku ew ne dijî beşdarbûna Kurdên Suriyê lê ew li dijî beşdarbûna PYDê ne di Kongreya Cenêv3 de.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu , ji televîzyona CNN International re axifî û bersiva pirsên Kirîstiyan Emanpûr da. Davutoğlu derbarê hevdîtinên Cenevre3 de, ku biryar e 29ê vê mehê li Swîsreyê dest pê bikin, got ku Tirkiye dixwaze Kurdên Sûriyê beşdarî civînê bibin ji ber ku nebin, nabe.

Serokwezîrê Tirkiyê amaje bi wê yekê kir ku ew tenê li dijî PYDê ne û wiha axifî: "Em tenê li dijî wê ne ku PYD tevlî civînê bibe. Herwiha yên ku wan wek hevalbend dibînin rastiya herêmê nabînin."

Serokwezîrê Tirkiyê derheqa operasyonên Rûsyayê li Sûriyê jî got: "Tu rastiyê bixwazî, Rûsya, Sûriyê dagir dike. Heta niha ji sedî 90ê operasyonên Rûsya li dijî sivîlan û neyarên lîberal ên rêjîma Sûriyê bûne. Rûsya li dibistan û nexweşxaneyan dide. Ew kesên ku ji ber êrişên Rûsya birîndar dibin, direvin Tirkiyê. Tenê ji sedî 10ê êrişên Rûsya li dijî DAIŞê ne."