K24 hûrgiliyên civîna Barzanî û aliyên siyasî eşkere dike

Civîn li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê bû, du aliyên siyasî jî beşdar nebibûn.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ya ligel aliyên siyasî bidawî hat, komîteyeke danûstandinê jî hat avakirin.

Civîn li ser vexwendina Barzanî hatibû girêdan, lê Tevgera Goranê û Komeka Islamî beşdarî civînê nebibû.

Derbarê encaman de, Sekreterê Poltîbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fadil Mîranî ji K24ê re ragihand ku, komîteyek hat avakirin, dê sibe jî dest bi serdana aliyên siyasî bike.

Li gor ku Mîranî diyar kiriye, dê roja 6ê Sibatê, ew komîte encamên civînên xwe yên ligel aliyên siyasî ragihîne û biryara xwe bide.

Fadil Mîranî anî ziman ku, di civînê de tekez li ser aktîfkirina Parlementoya Kurdistanê hat kirin û wiha berdewam kir: “Ew komîte çi biryarekê bide, dê PDKê pêbendî bibe.”

Wî berpirsê PDKê, ku beşdarî civîna aliyan ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê bibû ragihand jî ku, hemû alî ji encaman razî bûn.

Derbarê avakirina komîteyê de, Mîranî got ku dê sibe her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên, Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Nûnerê Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê dest bi karê xwe bikin û ligel aliyên siyasî bicivin.