Tirkiyê dîwaran di navbera Bakur û Rojava de ava dike

Ev ne cara yekemîne ku, Hikûmeta Tirkiyê dîwaran di nav bera Bakur û Rojavayê Kurdistanî de, ava dike, berî niha jî li bajarî Nisêbînê ku dikeve bermberî bajarê Qamişlo ji aliyê Bakur ve, dîwarek bi dirêjahiya 3ê kîlometreyan hat ava kirin.

K24-Serê Kanyê

li Serê Kaniyê Hikûmeta Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê li beramberî bajarê Serê Kaniyê dîwarekê bi dirêjahiya şeş kîlometreyan ava dike.

Welatiyên bajarokê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê tekez kirin ku Hikûmeta Tirkiyê dîwarekê di nav bera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de bi dirêjahiya 6 kîlometreyan li beramberî wî bajarokî ava dike.

Li gor zanyariyên welatiyên wê deverê artêşa Tirkiyê gelek cara bi kolandina xendeqan sînorên Rojavayê Kurdistanê jî dibezîne.