Bandora krîza darayî li rojnamegeriyê dike

Pirsgirêka aborî bandoreke nerînî li ser hemû aliyên jiyanê yên Herêma Kurdistanê kiriye, ji ber wê pirsgirêkê jî rojnameya “Hewelatî” tê girtin.
kurdistan24.net

K24 – Silêmanî

Pirsgirêka aborî bandoreke nerînî li ser hemû aliyên jiyanê yên Herêma Kurdistanê kiriye, ji ber wê pirsgirêkê jî rojnameya “Hewelatî” tê girtin.

Piştî 15 salan ji kar, îro rojnameya “Hewelatî” ragehand ku, ji ber rewşa darayî, ew rojname tenê dikare meheke din karê xwe berdewam bike.

Biryar e di 25 Reşmeha bê de, rojname û websita “Hewelatî” û heya demeke ne diyarkirî were girtin.

krîza darayî rewşeke aloz derxistiye holê, ku rojnameyek li Herêma Kurdistanê nikare bi dahatiyên xwe pişta xwe bibeste.