"Hejmara zarokên penaber dibe 2 milyon û 500 hezar"

Qasidê Perwerdeya Kurewî yê NeteweyênYekbûyî Gordon Brown ragihand ku di dawiya sala 2016an de hejmara zarokên penaber dê bibe 2 milyon û 500 hezar.

K24 – Navenda Nûçeyan

Qasidê Perwerdeya Kurewî yê NeteweyênYekbûyî Gordon Brown ragihand ku di dawiya sala 2016an de hejmara zarokên penaber dê bibe 2 milyon û 500 hezar. Gordon got pêwistiya zarokan bi perwerdeyê heye.

Gordon Brown daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Li Sûriyê ji ber şerê navxweyî her hefte 5 hezar zarok welatê xwe bi cih dihêlin. Divê ji bo zarokên ku xwe dispêrin welatên biyanî daku nekevin tengasiyê perwerdeyeke rêk û pêk were dayîn."

Brown da zanîn ku li welatên Tirkiye, Lubnan û Urdunê ji bo zarokên Sûriyeyî bernameya perwedeya transformasyonê tê sepandin û wiha axifî: "Armanca Neteweyên Yekbûyî ew e ku ev bername li her sê welatan di hezar û 600 dibistanan de bê sepandin û di sala 2017an de tu zarokên penaber ji dibistanan bê par nemînin."