PDK-S daxwaza vekirina deriyê pêşxabûr dike

Li gor rêkeftinekê di nabera her du aliyên Başur û Rojavayê Kurdistanê de, her aliyeke dikare 40 kesan derbasî aliyê din bike.

K24-Qamişlo

Endamê Serkirdayetiye Partiya Dîmokrata Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) Beşar Emîn daxwaz ji Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) kir ku, deriyê sînor ê di navbera Başur û Rojavayê Kurdistanê de veke.

Di 26ê vê mehê de Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) bê ku sedemên wê aşkere bike, deriyê sînor ê pêşxabûr ku dikeve navbera Başur û Rojavayê Kurdistanê girtiye, tenê rê dide wan kesên xwe ew bixwaze wan derbas bike.

Derbarê girtina deriyê sînor ê pêşxabûr, Endamê Serkirdayetiye Partîya Dîmokrata Kurdistanê liSûriyê(PDK-S) Beşar Emîn tekez ku ji 26ê vê mehêve sînor girtiye, daxwaz ji PYDê jî kir ku wî sînorî li pêşiya welatiyan veke.

Emîn da zanîn ku kiryarên PYDê û TEV-DEMê ne di berjewendiya welatiyên Rojava de ne, ji ber ku rojane bi dehan welatiyên nexweş ji nebûna derman û kêmbûna pizîşkan ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başur dibin. Herwiha penaber jî serdana malbatên xwe li Rojava dikin.

Li gor rêkeftinekê di nabera her du aliyên Başur û Rojavayê Kurdistanê de, her aliyeke dikare 40 kesan derbasî aliyê din bike.