Welatiyên Diyarbekirê ji şer pevçûnan bêzar bûne
K24 – Diyarbekir
Li navçeya Sûra Diyarbekirê ji ber ku li 5 taxên din jî qedexeya derketina derve hat ragihandin, bi hezaran kes neçarî koçê bûn û malên xwe bicîhiştin.
Xelkê bi xwe re hinek nivîn, balgeh, cilşok û alavên din anîn û ji ber pevçûnan reviyan. Xelkê koçber ji ber vê rewşê nerazîbûna xwe ji Kurdistan24ê re ragihandin.