Wezîrê Şer ê DAIŞê hat kuştin

Di Hezîrana 2014an de, bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye dagîr kirin, niha jî proseya rizgarkirina wê amade ye, li gor Wezareta Berevanyê ya Iraqê ew prose dê di demeke nîzîk de, dest pê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Di operasyonekî Hevpeymaniya Navdewletî de, Wezîrê Şer ê DAIŞê Celal Hemdan li gel 18e çekdarên din, li navçeya El-Hezir ser bi bajarê Mûsilê ve hatin kuştin.

Welatiyên wê navçeyê tekez kirin ku, îro danê sibehê Hevpeymaniya Navdewletî çar caran êrîş bire ser navçeya El-Hezir ya ser bi bajarê Mûsilê, di encam de Wezîrê Şer ê rêxistina DAIŞê, Celal Hemdan El-Nuhme, li 18e çekdarên xwe hatin kuştin.

Li gor welatiyên wê deverê termê Wezîrê Şer ê DAIŞê û her 18 eçekdarên wî hatin veguheztin bo pizîşka Dadwerî ya bajarê Mûsilê.