Barzanî pêşwazî li serokê ENKSê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Hewlêrê pêşwaziyî li Serokê ENKSê Ibrahîm Biro kir. 

Li gor daxuyaniyeke fermî, di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û leşkerî, tevî encamên danûstandinên ENKSê ligel aliyên opozîsyona Sûriyê hatine behiskirin.

Herwiha amaje bi beşdariya ENKSê li ser pişka opozîsyona Sûriyê di danûstandinên Cenêv3 hate kirin.

Biro duh ji K24ê re ragihandibû ku: “ENKSê nûnertiya gelê Kurd dike di danûstandinên Cenêv3 dike.” 

Civîna Cenêvê-3 taybet e bi dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, dê tê de şandeyek ji opozîsyon û rejîma Sûriyê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî, danûtsandinan bikin.