Barzanî: Civaka navdewletî wek pêwîst alîkariya me nekiriye

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Swissrayê li Iraqê kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku, civaka navdewletî wek pêwîst alîkariya Herêma Kurdistanê nekiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di dema pêşwazîkirina Balyoza Swissrayê li Iraqê, Hans Peter Lenz de îro li Hewlêrê, balkişande ser pirsa penaber û derbideran.

Barzanî anî ziman ku, tevî krîza aborî û şerê li dijî DAIŞê, Herêma Kurdistanê bi hemû awayan alîkariya penaber û derbideran kiriye.

Herwiha Barzanî rexne li civaka navdewletî girt û wiha anî ziman: “Civaka navdewketî di pirsa alîkarîkirina penaberan de wek pêwîst alîkariya me nekiriye.”

Di beramber de, Hans Peter Lenz spasiya Herêma Kurdistanê kir li ser pêşwazîkirina penaberan.

Lenz anî ziman ku, Swissra amade ye alîkariya Herêma Kurdistanê bike û got: “Swissra di hemû rewşekê de piştgiriya Herêma Kurdistanê dike.”