"4 milyon û 500 hezar geştyarên Rûs îsal nayên Tirkiyê"

Her sal bi milyonan geştyar, ji bo geşt û gerê tên Tirkiyê. Rayedarên Rûs, ji ber daxistina firokeyê hişyarî dabûn welatiyên xwe da ku neçin Tirkiyê. Piştî vê hişyariyê 4 milyon û 500 hezar welatiyên Rûs, dê îsal neçin Tirkiyê.

K24 - Stenbol

Her sal bi milyonan geştyar, ji bo geşt û gerê tên Tirkiyê. Rayedarên Rûs, ji ber daxistina firokeyê hişyarî dabûn welatiyên xwe da ku neçin Tirkiyê. Piştî vê hişyariyê 4 milyon û 500 hezar welatiyên Rûs, dê îsal neçin Tirkiyê. Ji ber vê yekê ji zêdeyî 11 mîlyar dolar dahata Tirkiyê dê kêm bibe.

Rûsya çûna welatiyên xwe bo Tirkiyê qedexe kir. Wezîrê Çand û Geştê Mahîr Unal diyar kir ku ji ber aloziya navbera Tirkiye û Rûsya û nebûna aramiyê sektora turîzmê dê bi awayekî neyînî bandordar bibîne. Unal got, ji ber vê qeyranê, di sala 2016an de 4 milyon û 500 hezar geştyarên Rûs dê neyên Tirkiyê.

Rayedarên Rûsî, kar û barên 19 kompanyayên Tirk ên geştyarî yên li Rusyayê bi dawî kir. Herwiha Almanyayê jî piştî kuştinên welatiyên xwe yên di teqîna li qada Siltan Ahmetê de, Tirkiyê wek welatekî metirsidar dibîne. Zêdetirîn ji Rûsya û Almanyayê geştyar tên Tirkiyê. Lê piştî qeyranên dawî Tirkiye dê ji zêdeyî 9 milyon geştyaran bêpar bimîne. Her sal 35 milyon geştyar tên serdana Tirkiyê û ji sedî 26ê wan ji welatiyên Alman û Rûs pêk tên.

Weqfa Lêkolînên Siyasî, Aborî û Civakî ya Tirkiyê jî derbarê bandora aloziyê ya navbera welatan a li ser aboriyê de raporeke amade kir. Li gor raporê, zêdeyî 11 mîlyar dolar dahata Tirkiyê dê kêm bibe.

Rûsya ji ber daxistina firokeya xwe ya ji aliyê Tirkiyê ve di 30ê Mijdara sala 2015an de biryar da ku ji Tirkiyê goştê mirîşkê, hinek şînahî û fêkî wernegire. Dema berhemên wiha bo Rûsya dihatin firotin 3 milyar û 270 milyon dolar pere diket kîsê Tirkiyê. Lê niha Tirkiye ji vê yekê bêpar maye û ji sedî 28,5 dahata wê kêm bûye.