Termên 6 penaberên di Egeyê de xeniqîbûn gihiştin Hewlêrê

Îro 6 termên penaberên Başûrê Kurdistanê yên ku di deryaya Egeyê de xeniqîbûn gihiştin Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

K24 – Hewlêr

Îro 6 termên penaberên Başûrê Kurdistanê yên ku di deryaya Egeyê de xeniqîbûn gihiştin Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Li navçeya Foça ya Îzmîrê, li devera Aslanburnu qeyîkek lastîk ku 45 penaber tê de bûn binav bû. 13 Termên penaberên Başûrê Kurdistanê di nav de hebûn ji nava zarokû jin hebûn. Ku  dixwastin ku herin girava Mîdîlliya Yonanê.

Li gor peyamnêrê K24ê ku, îro termên 2 jin û 4 zarokan ku bi xwe xelkên gundê Tûtmê yê ser bi devera Xweşnawetî ne gihêştin Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Di pêşwaziya wan 6 terman de, nûnerê pêwendiyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û Tirkiyê de û nûnerên qunsilxaneya Tirkiyê li Hewlêrê amade bûn.

Biryar e, sibe 30 Çileyê termên 7 kesên din jî bigehin Başûrê Kurdistanê, ku ew xelkên Parêzgeha Silêmaniyê ne.