Karesateke din: 26 penaber di deryayê de xeniqîn

Dawî li karasatên ku tên serê penaberan nayê. Li deryaya Egeyê qeyikeke din a penaberan niqûm bû. Herî kêm 26 kesan canê xwe ji dest dan.

K24 - Enqere

Dawî li karasatên ku tên serê penaberan nayê. Li deryaya Egeyê qeyikeke din a penaberan niqûm bû. Herî kêm 26 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor çapemeniya Yûnan, doh qeyikeke penaberan li nêzîkê peravên Tirkiyê, di navbera Bodrum û Girava Samosê de nuqmî avê bû û 24 kes xeniqîn. Li gor agahiyên herî dawî cesedê 2 kesên din jî hat dîtin û hejmara miriyan derket 26an.

Di xebatên berdewam ên lêgerînê de, Tîmên Ewlehiya Peravan yên Îtalî jî piştgiriya Tîmên Lêgerînê yên Yûnan dikin û hat ragihandin ku heta niha 10 penaber hatine rizgarkirin.

Li gor daneyên Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê di sala 2015an de, nêzîka 800 hezar penaber di ser Tirkiyê re bi rêya deryayê derbasî Yûnanîstanê bûne û 3 hezar û 760 penaberan jî  di vê rêyê de canê xwe ji dest dane. Di sala 2016an de jî ev karesat berdewam e û rojbiroj karesateke nû diqewime.