Li Bakurê Kurdistanê jiyan dijwartir dibe
K24- Bakurê Kurdistanê
Li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, şer û pevçûn berdewam in, rewşa jiyanê jî gelek dijwar bûye.
Car car behsa gotûbêjan di navbera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hikûmeta Tikriyeyê de, ji bo asayîkirina rewşa Bakur, tê kirin, lê heta niha tiştekî berçav nîne.
Li aliyê din jî, Greva birçîbûnê ya Parlamenterên HDPê Îdrîs Baluken, Osman Baydemîr û Meral Daniş Beşdar a li Wezareta Naxweyî ya Tirkiyê berdewam e.
Parlamenteran bi rêya ofîsa çapemeniyê ya HDPê daxuyaniyeke nivîskî belavkir û got in hê birîndar di halên xwe de ne û dê greva wan berdewam be.