Welatiyên Sûrê sêyemîn car e koçber dibin

Aloziyên li Bakurê Kurdistanê bûn sedema derketina krîzeke mirovahî jî. Li Sûra Diyarbekirê 2 meh berê bi qedexekirina derketina derve nêzîka 20 hezar kes neçarî koçkirinê bûbûn.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Aloziyên li Bakurê Kurdistanê bûn sedema derketina krîzeke mirovahî jî. Li Sûra Diyarbekirê 2 meh berê bi qedexekirina derketina derve nêzîka 20 hezar kes neçarî koçkirinê bûbûn. Ji ber ku 2 roj berê li 5 taxên din jî qedexeya derketina derve hat ragihandin, bi hezaran kesên din jî neçarî koçê bûn û malên xwe bicîh hiştin.

Ji ber qedexeya derketina derve, şer û pevçûnan, koçberiya ji navçeya Sûrê berdewam e. Ev 2 roj in ku welatî hinek alavên xwe bar dikin û ji ber pevçûnan direvin. Hinek kesên ku  ji ber ewlehiyê nikarin biçin alavên xwe werbigirin li ber deriyên ketina Sûrê runiştine û ji dûr ve li xanîyên xwe dinêrin. Welatiyên ku koçber bûne vê zivistanê bêxanî, bêxwarin û bêvexwarin neçar mane. Welatî ji ber vê rewşê gazindan ji dewletê dikin lê nerazîbûna xwe li hember wan kesên ku kirêya xanî jî giran dikin, pêşan didin.

Niştecihekî Sûrê wiha dibêje: "Berîya vî şerî kîrê 400 lîre bû îro tu dîçe tu dîbê ez ji Sûrê hatime dibêjin 800 lîre. Eger 600 lîrê be dibêjin hezar gelê me dê bi ku de bîçe. Perîşan bûne vîjdan û merhamet nemaye." Yekî din jî derdê dilê xwe wiha tine ziman: "Em lî mala keçîka xwe ne, lî mala xwişka xwe ne, em ji xwe re digerin. Em nikarin kirêya jî bidin du meh e dewlet jî pereyan nade me."

Di vê koçberiyê de derket holê ku hinek kes di nav 20 salan de 3 caran koçber bûne, cara yekem di salên 90î de ji ber şewitandina gundan koçberî Sûrê bûne, cara duyem 2ê Kanunê dema qedexekirina derketina derve ya navçeya Sûrê koçberî taxên Melîkehmedê bûne lê îro careke din koçber dibin.

Welatiyekî din gazinan ji serkirdeyên partiyan dike û dibêje: "Ev partî, parlamenter û lîderên me êvarî serê xwe datînin ser balîfê xwe û rehet radikevin. Ma rewşa vî milletî nabînin." Welatiyekî din gazinan ji dewleta Tirk dike: "Em destê xwe dirêjî aşitiyê dikin me dikujin. Di kolanan de zarokên me dikujin û em kirine dijmin. Ji me çi dixwazin? Xwedê me dibîne qey wan nabîne?"

Li gor rapora  Partiya Dad û Geşepêdanê AKPê li Bakurê Kurdistanê cihê kû operasyon û bûyer lê diqewimin 220 hezar welatî ji ber pevçûnan zerar dîtine, 93 hezar welatiyan koç kiriye û 10 hezar û 300 esnafan jî zerareke mezin dîtine.