Master Planek bo bajarên Kurdan tê amade kirin

Hikûmeta Tirkiyê ji bo nûkirina hinek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê Master Planekê amade dike. Di rojên bê de wê plan ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ve bê esker kirin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Hikûmeta Tirkiyê ji bo nûkirina hinek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê Master Planekê amade dike. Di rojên bê de wê plan ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ve bê esker kirin.

Li gor hurgiliyên planê, dê hinek taxên Diyarbekir, Colemêrg û Şirnexê bêne barkirin. Û dê salekê her meh hezar Lîreyên Tirkî bidin mexdûrên pevçûnan. Lê belê opozîsyon û hinek çavdêrên siyasî li dijî vê planê derdikevin û dibêjin sebebê pevçûnan tejîkirina berîkê ye.

Piştî ku plan hat eşkerekirin dê Dawutoglu her hefte roja Înê biçe bajarekî Bakurê Kurdistanê û beşdarî merasîman bibe. Di vê çarçoveyê de Dawutoglu dê 5ê Sibata 2016an serdana Mêrdînê bike. Li gor planê, dê alikariya aborî ya mexdûrên li navçeyên Cizîr, Silopî, Sûr û navçeyên din bê kirin.  72 dibistanên ku di pevçûnan de ziyaniyeke mezin dîtine dê bi piştgiriya saziyên sivîl bên nûkirin.

Berhemên dîrokî yên navçeya Sûra Diyarbekirê dê bêne parastin lê li derdora van berheman dê avahiyên xelkê sivîl nebin. Li gor planê, ji bo niştecihên taxên ku bandora PKKê lê zêde ye dê li ciheke din avahî bêne çêkirin. Cigirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş dê vê projeyê bi hevkariya Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî, Wezareta Perwerdê û Wezareta Saxlemiyê bi rêve bibe.

Dîcle Anter, nivîskar e û kurê rewşenbîrê Kurd Musa Anter ango Apê Musa ye ku di sala 1992an de li Diyarbekirê bi awayekî kujer nediyar hatibû kuştin. Dîcle Anter, li dijî Master Planê derdikeve û dibêje: “Dixwazin van kesan bixapînin û xaniyên wan erzan bikirin. Di şer de malên xelkê xirabûne û xelk dibêjin ew nikarin êdî ava bikin û bi kêrî wan nayên, mecbûrî erzanfirotinê dimînin. Ku bihayê xaniyekî 100 hezar lîre be bi 50 hezar lîre diforoşe û diçe.”

Piştî hilbijartina 7ê Hezîranê, li hinek navçeyên Bakur ji aliyê xwepêşandarên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS)  ve çeper hatin vedan, berbest hatin avakirin. Ev 6 meh in ku di  navbera çekdarên ewlekariya Tirkiyê û xwepêşandaran de pevçûn didomin. Heta niha  leşker, polîs, cerdevan, xwepêşander û sivîl jî di nav de nêzîka 600 kesan canê xwe ji dest dane. Bi hezaran malbatan koç kirine.

Ji hêla din ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pergala Serokatiyê, destûreke nû û Rêveberiyên Xweser tên nîqaşkirin. Bi taybetî opozîsyona Tirkiyê û hinek çavdêrên siyasî dibêjin, mebesta van şer û aloziyan ew projeyên aborî ne.