Şandeya rejîma Sûriyê gehişte Cenêvê
K24- Navenda Nûçeyan
Şandeya danûstandinan a rejîma Sûriyê gehişte Swîssrayê, ji bo beşdariyê di civîna Cenêv-3 de bike.
Civîna Cenêv-3 derbarê dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re bi serpereştiya Neteweyê Yekbûyî (NY) birêve diçe.
Şandeya opozîsyona Sûriyê civîn boykot kir, ji ber ku daxwaza rawestandina şer û derbaskirina alîkariyan bo navçeyên di bin dorpêça rejîma Sûriyê de.
Ofîsa Şandeyê NY yê taybet li Sûriyê, Staffan de Mistura ragihand ku, ew dê her civîna Cenêv-3 bikin, destpêkê jî dê ligel şandeya rejîmê bicive.
Şandeya rejîma Sûriyê jî bi serpereştiya nûnerê wî welatî li NY, Beşar Ceiferî ye.
Hevdem, hin çalakvanên opozîsyona Sûriyê xwepêşandenek li cihê civîna Cenêv-3 lidar xistin.