Opozîsyona Sûriyê civîna Cenêvê boykot kir

Biryar e kongreya Cenêv-3 side were sazkirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyê ragihand ku, ew dê beşdarî kongreya Cenêv-3 neve “heta kelem neyên rakirin”

Biryar e sibe, 29ê Çile, kongreya Cenêv-3 ya derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de, bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) were lidarxistin.

Lê cîgirê serokê şandeya danûstandinan a opozîsyona Sûriyê, Corc Sebra ji televîzyona al-Arabiya re ragihand ku, ew dê beşdarî kongreya navborî nebin “heta kelim neyên rakirin.”

Şandeya opozîsyonê beriya niha peyamek ji Sekreterê Giştî yê NY, Ban Ki-moon û Nûnerên NY yê taybet bi Sûriyê, Staffan de Mistura re şandibûn, ku têde tekez li ser cîbicîkirina paragafa 12 û 13an ji biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya hejmara 2245.

Her du paragrafên 12 û 13an, tekez li ser rakirina dropêça li ser navçeyên Sûriyê û vekirina rê li pêş derbasbûna alîkariyên mirovî bo navçeyên ku rewşa wan xirab e.

Lewma dibe ku piştî vê biryara opozîsyona Sûriyê bi boykotkirina kongreya Cenêv-3, ew kongre were paşxistin, yan jî bêyî beşdariya opozîsyonê birêve biçe, ku ev yek jî nabe.