Fransa: Kurd bo Cenêv3 nehatine vexwandin

Wezîrê Derve yl Fransayê dibêje ku, Kurd ji bo danûstandinên Cenêv3 nehatine vexwandin. Tenê opozîsyona ku Erebistana Siudiyê piştgîriya wan dike, beşdar dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Fransayê dibêje ku, Kurd ji bo danûstandinên Cenêv3 nehatine vexwandin. Tenê opozîsyona ku Erebistana Siudiyê piştgîriya wan dike, beşdar dibin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius ji radyoya “France Kulture” re ragehand ku, Nûnerê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Steffan De Mistura jê re gotiye ku, wî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) venexwandiye bo beşdarî danûstandinên Cenêv3 bibe.

Ji aliyê ve, dîplomasiyekî Fransî payebilind ragehand ku, pêwîstiyeke mezin heye ku PYDê û hevalbendên wê beşek çareseriya siyasî li Sûriyê bin, lê beşdarbûna wan di vê demê de dibe gefeke li ser yekrêziya opozîsyona ku li Siudiyê hatiye damezrandin.

Civîna Cenêvê-3 taybet e bi dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, dê tê de şandeyek ji opozîsyon û rejîma Sûriyê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî, danûtsandinan bikin.

Duh Sekretera Taybet ya De Mistura ragehand ku, De Mistura vexwandinên taybet bi beşdariya di Cenêv3 de birê kiribûn. Hevserokê PYDê Salih Mislim jî nehatibû xexwandin.

Ji bo pirsgirêkan û di serî de pirsgirêka şanda opozîsyonê ku Rûsya dixwaze hin aliyên din wek Hevserokê PYDê Salih Mislim  bi navê opizîsyona Sûriyê tevlî wan danûstandinan bike,  civîn bo 29 vê mehê hat paşxistin.