Opozîsyona Sûriyê nerîna xwe ya siyasî ragehand
K24-Navenda Nûçeyan
Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê nerîna xwe ya siyasî derbarê danûstandinan li gel rejîmê ragehand, îro li Riyadê pêşkêşî Nûnerê Neteweyên Yekbûyî NY, Staffan De Mistura dike.
Derbarê mijarê de Endamê Desteya Bilind a Danûstandinan Corc Sebra ji K24ê re wiha got: "Ev dû rojin Em li Riyadê civînan pêktînin, derencama civînên me jî nerîna opozîsyonê ye ya siyasî hat amade kirin."
Sebra da zanîn ku Desteya bilind a Opozîsyonê, îro dê li gel Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Staffan De Mistura bicive, daku nerîna xwe ya siyasî pêşkêş wî bike, berî De Mistura serdana Şamê bike.
Biryare di 25ê vê mehê Opozîsyona Sûriyê li gel Rejîma wî welatî derbarê çareserkirina çareserkirina kirîza Sûriyê biçive.