"Rewşa mirovî astangan li pêşiya danûstandinan çêdike"

Danûstandinên kongreya Cenêv3, derbarê kirîza Sûriyê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî(NY) duh, dest pê kir, îro jî şanda opozîsyona Sûriyê giheşte Cenêvê.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî(NY), taybet bi Sûriyê Staffan De Misture, ragehand ku, mezintirîn pirsgirêk di kirîza Sûriyê de, negeştina alîkariyên mirovî bo bajarên dorpêçkirî ye.

Derbarê rewşa mirovî li Sûriyê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî(NY) taybet bi Sûriyê Staffan De Misture di daxuyaniyekê de wiha got: "Rejîma Sûriyê û hinek aliyên opozîsyonê rê pi pêşiya gihendina alîkariyên mirovî bo bajarên dorpêçkirî digrin, ev yeke jî pirsgirêkeke di danûstandinan li Cenêv3."

Staffan De Misture da zanîn ku, di kongreyê de dê behsa Hilbijartinên Sûriyê û Hikûmeteke Veguhêz ya nû were kirin, aşkere kir ku Heysem Mena dê beşdariyê di danûstandinan de bike.

Danûstandinên kongreya Cenêv3, derbarê kirîza Sûriyê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî(NY) duh, dest pê kir, îro jî şanda opozîsyona Sûriyê giheşte Cenêvê.