Koça xelkê ji Sûra Diyarbekirê berdewam e
K24 - Diyarbekir
Ji ber şer û pevçûnên di navbera çekdarên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û endamên ewlekariya Tirkiyê de, li navçeya Sûra Diyarbekirê koça xelkê ji taxan berdewam e.
Ji 15 taxên navçeyê niha şer û pevçûn li 11 taxan bi awayekî dijwar berdewam in. Ji 120 hezar niştecihan piraniya wan, malên xwe bicîhiştine û ber bi taxên aramtir ve reviyan e.
Xelkê ku mexdûriyeta xwe ji Kurdistan24ê re ragihandin, derbarê şerê di nav bajêr de nerazîbûn xwe nîşan dan û xwestin ku çareseriyek ji rewşa wan a kambax re bê peydakirin.