Serkirdeyekî YNK: Divê parlamento yasayekê derbarê referandûmê de derxe

Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) ragihand ku, komîteyek nû bo çareserkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hatiye avakirin.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr 

Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) ragihand ku, komîteyek nû bo çareserkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hatiye avakirin. 

Endamê Polîtbîroya YNK Sadî Pîre ji K24ê re got ku, komîteya nû ya bo çareserkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, ji sê kesên kargêrî pêk tê, herwiha reşnivîsa pirojeyekê amade dikin, bo çareserkirina krîza Serokayetî û Parlamentoya Kurdistanê û çawa qonaxa destpêkirina referandûmê bikin.

Derbarê asayîkirina rewşa Parlamentoya Kurdistanê de, Pîre got: “Di civîna roja Sêşema borî de, Cenabê Kak Mesûd Barzanî daxwaz kir ku, hemû partî di nava xwe de li ser çalakirina parlamentoyê rêkevin.”

Pîre amaje bi wê yekê kir, divê parlamento yasayekê bo referandûmê dane û biryar li ser pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê bide.

Ji aliyekî din ve, şandeke Swêdî bi serperiştiya sekreterê navenda “Old Palm” Yenis Orbak û endametiya parlamenterên Swêdî û çend kesayetiyê siyasî ji Partiya Lîbral û Partiya Sosyalist yên Swêdî serdana Polîtbîroya YNKê li Hewlêrê kirin.

Di konferanseke rojnamevanî de Orbak got: “Em ji nakokiyên nava aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê agahdar in, lê piştî hevdîtinên me ligel aliyên siyasî, em dibînin ku niha ew aliyên siyasî amade ne ku pirsgirêkan çareser bikin.