Xerbî Hiso: Divê şandên danûstandinan lihev bikin

Di 29ê meha borî de, civînên proseya aştiyê derbarê kirîza Sûriyê di navbera opozîsyona wî welatî û rejîê de dest pê kirine, heta niha ti encamên wê nehatine ragehandin.
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Berpirsê Pêwendiyên Derve ya Partiya Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê Xerbî Hiso ragehand ku, divê şanda opozîsyonê û rejîma Sûriyê lihev bikin, ji ber ku berî niha her yek ji Amerîka û Rûsyayê, derbarê kirîza Sûriyê de rêkeftine.

Derbarê şerê ragehandinê di navbera şanda opozîsyona Sûriyê û ya rejîmê wî welatî de,li kongreya Cenêv3,  Berpirsê Pêwendiyê Derve ya Partiya Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê Xerbî Hiso, ji K24ê re wiha got: "Şerê ragehandinê di navbera her du aliyên danûstandinande, li Cenêv3 şereke normale, di dawî yê de divê her du şand li hevbikin, ji ber ku her yek ji Amerîka û Rûsyayê berî niha li hev kirine."

Hiso da zanîn ku tişta ne normal di Sûriyê de ew komkujiyên ku ji aliyê rejîm Sûriyê ve têne kirin, aşkere kir ku di dema ku civînên proseya aştiyê bi rêve diçin, welatiyên sivîl ji nêza tên kuştin.

Di 29ê meha borî de, civînên proseya aştiyê derbarê kirîza Sûriyê di navbera opozîsyona wî welatî û rejîê de dest pê kirine, heta niha ti encamên wê nehatine ragehandin.