Penaberên Sûriyê li tirkiyê bi fermî kar dikin

Li gor amarên NUHCR li Tirkiyê yek milyon û 800 hezar penaberên Sûrîiyê hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Cigirî Waliyê Dîlokê ragihandin ku êdî Sûriyên ku li bajarê wan dijîn, bi awayekî fermî dikarin bixebitin.

Derbarê karkirina penaberên Sûriyê di  civînê de Cigirê Waliyê Dîlokê Halil Uyumaz di civîneke çapemeniyê de ragehand ku êdî Sûriyên ku li bajarê wan dijîn, bi awayekî fermî dikarin bixebitin.

Di wê civêna îapemeniyê de her yek ji Rêveberê  Saziya Kar û Xebatê Siraç Ekin û Rêvberê Ewlehiya Civakî Mehmet Uzun jî beşdarbûn.

Herwiha Cigirê Waliyê Dîlokê Halil Uyumaz destnîşankir ku li bajarê wan nêzîkî 350 hezar penaberên  Sûrî tê de hene, piştî yaseya ku di 15ê Rêbendanê derket, êdî  tu asteng li ber welatiyên Sûriyeyî nemaye û bi awayekî fermî dikarin bixebitin.

Ji aliyê xwe ve Rêveberê  Saziya Kar û Xebatê Siraç Ekin jî da xuyakirin ku çarçoveya yaseyî de bi tenê ew kesên ku destûra kar û xebatê wergirtine dikarin bixebitin û heger yên li gorî vê qanûnê tevnegerin ew ên bi pereyan werin cezakirin.

Her wiha Ekin got mûçeya Sûriyên di vê çarçoveyê de bixebitin çênabe ku ji Kêmtirîn Mûçe kêmtir be.

Li gor amarên NUHCR li Tirkiyê yek milyon û 800 hezar penaberên Sûrîiyê hene.