li Stenbolê çete parsekiyê bi zarokan didin çêkirin

Ji ber ku temenê zarokan ji 15 saliyê biçûktir e cezayekî naxwin. Dema kesên vî karî bi zarokan dikin çêkirin hatin girtin jî bi tenê 120 lîreyê Tirk ceza dixwin.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Li gor parêzvanên zarokan, li Stenbolê, hinek çete, li gel malbatên neçar û xizan li hev dikin û karê parsekiyê bi zarokên wan didin çêkirin. Nûnerên saziyên civakî da zanîn ku li bajarê Stenbolê 100 hezar zarok parsekiyê dikin.

Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Altan Tan, li meclîsê der barê zarokên parsek de pêşniyaznameya lêkolînê dabû. Tan diyar kir ku çeteyên parsekê ji ber ku dayikek ku li gel zarokê xwe parsekiyê bikin nikarin peyde bikin, bi 50 û 100 lîreyê Tirk zarokên dergûşî dikirin.

Endama Komîsyona Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan Evrîm Baykondu dest nîşan kir ku çeteyên ku zarokan bo karê parsekiyê didin şixulandin zû de heye, lê ev yek bi tenê ne hewlên saziyên sivîl, bi xebatên fireh yên dewletê tê astengkirin.

Baykondu wiha ji K24ê re wiha got: "Çeteyan zarokên penaber ji kampan tînin bajarên mezin û karê parsekiyê bi zarokan didin çêkirin. Di nav zarokan de kesên ji Kurdistanê hatine jî hene."

Rêvebirekî zabitayê ragihand ku hinek çete hene ku ji bajarên derva zarokên feqîr tînin Stenbolê da ku parsekiyê bikin. Piraniya wan zarokên malbatên Roman in. Lê belê ev 3 û 4 sal e gelemperî zarokên Sûriyeyî vî karî dikin.

Parêzer Abdulhalîm Yilmaz diyar kir ku pêwîst e ku sedemên kirina karê parsekiyê bên eşkere kirin da ku zarok vî karî nekin û çeteyan jî bên girtin û cezayeke giran bixwin.

Abdulhalîm Yilmaz wiha ji K24ê re axifî:"Desteserkirina zarokên ku parsekiyê dikin ne zehmet e. Lê belê hewceye ku çeteyên ku vî karî bi zarokan didin çêkirin û pereyeke mezin dikevin kîsê wan bên girtin. "

Ji ber ku temenê zarokan ji 15 saliyê biçûktir e cezayekî naxwin. Dema kesên vî karî bi zarokan dikin çêkirin hatin girtin jî bi tenê 120 lîreyê Tirk ceza dixwin.