Mesrûr Barzanî: Iraq li ser bingeheke şaş hatiye avakirin
K24- Hewlêr
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku, Iraq li ser bingeheke şaş hatiye avakirin.
Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsiye ku “Ev nêzîk sedsalî ye, hewl ji bo avakirina wî welatî tê dayîn ku navê wî Iraq e, lê heta niha serkeftî nebûye, ji ber ku ew welat li ser bingeke şaş hatiye avakirin.”
Herwiha Barzanî diyar kiriye ku “Pirsgirêka siyasî, sedema serekî ya derketina rêxistina DAIŞê ye, Pêşmerge jî rojane xwîna xwe dibexşin û şer li dijî DAIŞê dikin, daxwaza wan jî tenê çek e.”