Brîtanya dixwaze 9 milyar dolar bo Sûriyê kom bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e li Londonê kongreyeke “welatên alîkarî bexiş” birêve biçe, hewldanek jî bo komkirina 9 milyar dolar ji alîkarîkirina Sûriyan re di rojevê de ye.
Kongre dê bi beşdariya Neteweyên Yekbûyî (NY), Brîtanya, Kuwêt, Norwîj û Almanyayê birêve biçe, dê roja Pênşema bê li Londonê bicivin.
Serokwezîrê Brîtanyayê David Kameron di vê derbarê de got ku, ev prose dê di berjewendiya Sûriyê û welatên cîran ên Sûriyê de be.
Tê çaverêkirin ku, bêhtir ji 70 kesayetên navdewletî di vê kongreyê de beşdar bibin, ji nava wan Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-Moon û Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel.
Ji destpêka krîza Sûriyê ve di Adara 2011an de, bêhtir ji 260 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin û bêhtir ji 10 milyon kes jî penaber bûne, dora 2 milyon penaber jî berê xwe dane Ewropayê.