Elîko: Berî cibicîkirina mercan ti danûstandinê bi rêjîmê re nakin

Endamê ENKSê di şanda opozîsyona Sûriyê de bo danûstandinên Cenêv3 de dibêje, heya mercên wan derbarê rakirina dorpêça ser bajaran û derbaskirina alîkariyên mirovî û rawestandina êrîşên esmanî, ew ligel rêjîmê danûstandinan nakin.
kurdistan24.net

K24 – Cenêv

Endamê ENKSê di şanda opozîsyona Sûriyê de bo danûstandinên Cenêv3 de dibêje, heya mercên wan derbarê rakirina dorpêça ser bajaran û derbaskirina alîkariyên mirovî û rawestandina êrîşên esmanî, ew ligel rêjîmê danûstandinan nakin.

Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di şanda opozîsyona Sûriyê de bo danûstandinên Cenêv3 Fûad Elîko ji K24ê re ragehand ku, heya niha şandar rêjîmê bi zimanekî hişk diaxive, tiştê ku li erdê dike nayê wateya ku hatiye danûstandinên aştiyê bike.

Elîko diyar kir ku, nûnerê De Mistura ji wan re gotiye, ew nikarin sozê bibin ku mercên wan derbarê rakirina dorpêça li ser bajaran û derbaskirina alîkariyê mirovî û azadkirina girtiyan, pêk bînin.

Elîko eşkere kir ku, sibe ewên ligel nûnerê taybet ya NY bo Sûriyê Steffan De Mistura derbarê bicihanîna mercên opozîsyonê û birêvebirina danûstandinan, bicivin.

Elîko derbarê pirsa Kurd li Cenêv3 de got ku, heya niha ne pirsa Sûriyê û ne pirsa Kurd bi rêjîmê re nehatiye behskirin. Elîko tekez kir, opozîsyon nakeve danûstandinên siyasî bi rêjîmê re berî cibicîkirina bendên 12 û 13 ji biryara navdewletî 2254.